Zekerya Yapicioglu li Stenbolê deng da: Em hêvî dikin bê qeza û bela be

14 gulan 2023 18:34
Zekerya Yapicioglu li Stenbolê deng da: Em hêvî dikin bê qeza û bela be

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku namzedê parlamenteriyê ji nav lîsteya AK Partiyê ye, îro 14ê Gulanê li Stenbolê dibistaneke navçeya Başakşehîrê dengê xwe da.

Zekerya Yapicioglu piştî dengdanê, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û tê got: “Em hêvî dikin ev hilbijartin bê qeza û bê bela bi encam bibe.”

Yapicioglu diyar kir: “Me li Başakşehîra Stenbolê li Dibistana Navîn a Şêx Şamîl a Îmamxatîb dengê xwe da. Ev hilbijartin di rêya serxwebûna kamil de bi wesîleya xêr û bereketê. Li cihê ku lê sindoq hatibûn dayîn dorên dirêj hebûn. Eleqeyeke zêde ji hilbijartinan re tê nîşandan. Hemd ji Xwedê re bajêr aram e. Xweda diayên mezlûman qebûl bike û firsetê nede zaliman. “