Çekdarên Şamê li gundewarên Kobaniyê dizî û talan kirin

01 sibat 2026 13:06

Hate ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê malên xelkê gundên gundewarê Kobanê talan kirin û diziya kelûpelên xan kirin.

Çekdarên Şamê li gundewarên Kobaniyê dizî û talan kirin
Nivîskar: Salih Turan

Li gorî vîdyoyên ku ji aliyê xelkê gundên gundewarê Kobanê hatine belavkirin, komên çekdar ên Şamê mal û kilkên gundiyên ku ji gundên xwe hatine koçberkirin, talan kirine û dizîne.

Gundiyek dibêje, komên çekdar ên hikumeta Sûriyê malên gundiyan talan kirine.