Çekdarên DAISê sivan kustin û pezê wan dizîn

01 îlon 2024 18:39
Çekdarên DAISê sivan kustin û pezê wan dizîn
Nivîskar: Hevi Turan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên DAIŞê li çolistana Sûriyê, êrîşî şivanan kiriye û di encamê de 3 kes hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çekdarên DAIŞê li herêma Qesir El Helebat a çolistana Himsê êrîşî şivanan kir.

Hate zanîn ku di encamê de 3 şivan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne ku li nexweşxaneyên Himsê têne dermankirin. Herwiha çekdaran pez û tiştên bi şivanan re jî dizîn.