Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê 75 serî pezê zilamekî kal dizîn
06 mijdar 2021 00:37
Nivîskar:
Hevi Turan
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî yên ji nava Efrînê, li gundê Meyase yê navçeya Şêrawa çekdarên bi ser Tirkiyê ve 75 serî pezên gundiyan dizîn.
Hat zanîn, ew pez yê kesekî bi navê Nayif Hesen ê 78 salî ne û pezên xwe li navçeyên di navbera her du gundên Birad û Meyase de diçêrand, çekdaran êrîşî wî kiriye; hemû kaxez û belgeyên taybet jê standine, lê xistine û bêyî pez ew şandine gundê wî.
Hêjayî bibîrxistinê ye berî niha jî çekdaran pezên kesekî din dizîbûn, lê piştî dayîna 4 milyon lîreyê Sûriyê pezê wî lê hatibû hatibû vegerandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di êrîsa çekdarên girêdayî Tirkiyê de 3 koçberên Efrînê birîndar bûn
18 rbn 2024
Cîhan
Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê 20 welatî revandin
29 tbx 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin