Şera bo ENKSê: Mafên kurdan dê bên garantîkirin
Şandeyek ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro li Dîmeşqê bi Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtin kir.
RûpelNews- Derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek li ser hesabê Xê yê Serokomariya Sûriyê hate weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Serok Ahmed Şera îro li Qesra Gel a li Dîmeşqê bi şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî re hevdîtin kir û israra dewletê ya ji bo garantîkirina mafên welatiyên kurd di çarçoveya destûrê de piştrast kir."
Hat destnîşankirin ku şanda ENKSê pêşwazî li Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13 kiriye û ew wek gaveke girîng a ber bi xurtkirina maf û parastina taybetmendiya çandî û civakî ve nirxandiye.
التقى السيّد الرئيس أحمد الشرع اليوم في قصر الشعب بدمشق وفدًا من المجلس الوطني الكردي حيث أكد خلال اللقاء التزام الدولة بضمان حقوق المواطنين الأكراد ضمن إطار الدستور
— رئاسة الجمهورية العربية السورية (@SyPresidency) February 3, 2026
من جهته رحّب الوفد بالمرسوم الرئاسي رقم /13/ واعتبره خطوة مهمة في تعزيز الحقوق وصون الخصوصية الثقافية والاجتماعية pic.twitter.com/7MSjOb0rbG
Şanda Desteya Serokatiyê ya ENKSê, ku duh li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Sûriyê çûbû Dimeşqê, bi Wezîrê Derve Şeybanî re hevdîtin kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin