Şera li Berlînê axivî: Mafên kurdan hatin naskirin
Di daxuyaniyekê de li Almanyayê, Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera destnîşan kir ku mafên kurdan li Sûriyê hatine naskirin û got, "Biryarnameya Hejmar 13 maf û mîrateya çandî ya kurdan li nav Sûriyê nas dike. Em li ser vê mijarê gihîştine lihevkirinekê."
RûpelNews - Şera, ku li paytexta Almanyayê Berlînê bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re konferanseke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û bal kişand ser pêşketina têkiliyên di navbera her du welatan de û derfetên veberhênanê.
Şera vekirina deriyên Almanyayê ji bo xelkê sûrî wekî "piştgiriyeke girîng" bi nav kir û got, "We piştgirî da zêdetirî milyonek sûrî. Bi saya vê yekê, welatiyên me karîn xwe bigihînin perwerdehiyê û jiyana xwe ji nû ve ava bikin."
Peyamek ji sûriyên ku li Almanyayê dijîn
Şera tekez kir ku sûriyên ku li Almanyayê dijîn wek pirekê di navbera her du welatan de tevdigerin û got, "1.3 milyon sûrî li Almanyayê dijîn. Ji wan, 6 hezar bijîşk in û zêdetirî 250 hezar kes bi dayîna bacan beşdarî aboriyê dibin."
Şera diyar kir ku ew dixwazin modelek "koçberiya çerxî" di navbera Sûriye û Almanyayê de pêk bînin, got ku armanca wan ew e ku karkerên jêhatî hem li Almanyayê jiyana xwe bidomînin û hem jî beşdarî ji nû ve avakirina Sûriyeyê bibin.
"Dewleteke di nav dewletê de nayê qebûlkirin"
Şara, tekez kir ku dê jinûveavakirina Sûriyê li ser bingeha yekparçeyiya axê û desthilata navendî were meşandin û got:
"Avakirina dewletê di nav dewletekê de di bin ti şert û mercan de nayê qebûlkirin. Li derveyî saziyên dewletê destûr ji ti cure çekan re nayê dayîn û ti rêveberiyeke ku ne di bin desthilata navendî de be nayê qebûlkirin."
Şera, ku diyar kir ewlehî û têkoşîna li dijî terorê di nav pêşiyan de ne, bal kişand ser gefên sînorî yên wekî bazirganiya Captagonê.
"Biryarnameya Hejmar 13 maf û mîrateya çandî ya kurdan li Sûriyê dipejirîne"
Şara, ku destnîşan kir ku Sûriye welatek e ku ji çand û komên etnîkî yên cihêreng pêk tê, got, "Li Sûriyê, em serweriya qanûnê li ser berjewendiyên şexsî datînin pêş. Her kes di çarçoveya qanûn û destûrê de xwedî mafên xwe ye. Em bi hezaran sal in bi aştiyane û bi tehemûlê bi hev re jiyane. Wî got, "Lêbelê, krîzên rêveberiyê yên ku di dema rejîma berê de hatin jiyîn, bûn sedema gelek pevçûnên mezhebî. Îro, me ev cudahî derbas kirine û gihîştine lihevkirineke guncaw."
Şara, amaje bi Biryarnameya Hejmar 13 a ku vê dawiyê hat weşandin kir û diyar kir, "Biryarnameya Hejmar 13 maf û mîrateya çandî ya kurdan a li Sûriyeyê nas dike. Em li ser vê mijarê gihîştine lihevkirinê."
Şara, tekez kir ku şerê li Sûriyê bi dawî bûye lê pêvajoya jinûveavakirinê dest pê kiriye û got, "Wêranî berfireh e; binesazî, gund, bajarok û gelek sektor di encama 60 salên polîtîkayên têkçûyî de hatine tune kirin. Îro, Sûriye plana xwe ya jinûveavakirinê bi cih tîne û ji bo veberhênanê hawîrdoreke guncaw diafirîne. Ev pêngaveke mezin e ji bo ku penaberên Sûrî bikaribin vegerin welatê xwe û derfetên kar peyda bikin."
