McGurk: Şera soz da ku mafên kurdan di destûrê de bicih bike
Nûnerê Taybet ê berê yê DYAyê ji bo Rojhilata Navîn Brett McGurk, got ku Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera sozeke zelal daye ku Biryarnameya Hejmar 13 a ku mafên kurdan diparêze, bike beşekî daîmî ya destûra nû ya welêt.
RûpelNews - Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê berê yê DYAyê ji bo Koalîsyona Cîhanî ya Dijî DAIŞê, li New Yorkê bi Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê, McGurk ji Rûdawê de eşkere kir ku yek ji mijarên sereke yên nîqaşê paşeroja kurdan li Sûriyê bû.
Li gorî McGurk, Şera sozeke zelal da ku Biryarnameya Hejmar 13, a ku maf û statuya kurdan birêkûpêk dike, di nav Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyê de cih bigire. McGurk diyar kir ku ev soz ji bo paşeroja kurdan li Sûriyê girîng e.
Şera her wiha di daxuyaniyên xwe yên li New Yorkê de diyar kir ku kurd beşek ji gel û civaka Sûriyê ne. Şera, ku diyar kir armanca wan ew e ku beriya dawîhatina heyama veguhêz a pênc salî destûra nû amade bikin, nerazîbûna xwe li hember avakirina rêveberiyê li ser bingeha etnîkî an jî mezhebî nîşan da.
'Cîhan deyndarê Pêşmergeyî ye'
McGurk her wiha behsa pêvajoya yekirina hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê jî kir.
McGurk, ku amaje pê kir ku wan bi salan e ji bo anîna Pêşmergan di bin sîwaneke yekane de dixebitin, pêşketinên herî dawî yên di vî warî de wekî "pêşketineke girîng" bi nav kir.
McGurk, ku bal kişand ser rola Pêşmergeyî di şerê li dijî DAIŞê de û got, "Cîhan deyndarê Pêşmerge ye."
