Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê qedexeya pirtûkên li ser Kurdan betal kir

23 îlon 2026 14:34

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, qedexekirina 5 pirtûkên Weşanxaneya Avestayê ku di nav wan de pirtûka "Dîroka Kurdistanê" jî heye wekî binpêkirina azadiya derbirînê bi nav kir.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê qedexeya pirtûkên li ser Kurdan betal kir

RûpelNews - Dadgehê biryar da ku qedexeya li ser pirtûkan rabe û ji weşanxaneyê re tezmînat bê dayîn.
5 pirtûkên ku hatibûn qedexekirin
Pirtûkên ku biryara qedexekirinê li ser wan hat betalkirin hemû ji Weşanxaneya Avestayê derketibûn.

Ew pirtûk ev in:

"Ji Xweliya Firîşteyan - Mîrata Qedexekirî ya Nijadekî Gunehkar" a Andrew Collins
- "Kurd û Kurdistan" a Ebdulrehman Qasimlo
- "Serhildana Kurdan a 1880yî" ya Celîlê Celîl
- "Tevgera Neteweyî ya Kurd" a Chris Kutschera
- "Dîroka Kurdistanê" ya Lazarev û Mihoyan

'Dibe amûreke sansûrê'

Dadgehê biryar da ku biryarên qedexekirin û komkirina pirtûkan li dijî prensîbên azadiya derbirîn û çapemeniyê ne.
Di hinceta biryara Dadgeha Destûrê de hat diyarkirin ku qedexeyên li ser çapkirin, zêdekirin, belavkirin û firotina pirtûkên li Tirkiyeyê bêbingeh in û ti bingeha wan a yasayî nîne.

Dadgeha Destûrê destnîşan kir ku biryarên komkirinê di eslê xwe de divê tenê tedbîreke parastinê ya demkî bin.

Lê dadgehan ev biryar bêdem kirine û ew veguhertine ceza û amûreke sansûra mayînde.
Tezmînat dê ji bo Avestayê bê dayîn

Weşanxaneya Avestayê li ser biryara dadgehê daxuyaniyek belav kir

Avestayê di daxuyaniya xwe de anî zimên:

"Ji bo rakirina binpêkirin û encamên wê, biryara ji nû ve darizandinê û dayîna tezmînata manewî ji bo weşanxaneya me hat dayîn.
Ev biryar li dijî biryarên keyfî yên komkirin û qedexekirinê, ji bo parastina azadiya derbirîn û weşangeriyê biryareke mînak e." (Rûdaw)