Dr. Elî Teter: Osmanî bi naskirina mafên kurdan mezin bû
Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter li Amedê got, ‘Siltan Selîmê Yavuz û Silêmanê Qanûnî rêz li mafên kurdan girtin. Bi naskirina mafên gelê Kurdistanê Dewleta Osmanî mezin bû.”
RûpelNews - Li Amedê Foruma Aştî û Azadiyê dest pê kir. Ji Herêma Kurdistanê jî Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, li gel şandeyeke ku ji akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl pêk hatî beşdar bûn.
Dr. Elî Teter bo RûpelNewsê: Kêşe bi rêya aşitiyê çareser dibin
Dr. Elî Teter, taybet bo RûpelNewsê axivî û got, bi sedsalan e li Rojhilata Naverast kêşe hene û hê jî çareser nebûne. Teter wiha got, “Kêşe bi şer çareser nabin. Kêşe bi rêya aşitiyê çareser bûne.
Ewropa du cengên cîhanî yên mezin dît. Bi milyonan mirov hatin kuştin lêbelê Ewropa niha ne bi şerê cîhanî şanaziyê dike; bi rakirina sînoran û nehiştina berbestan şanaz e. Pêkvejiyan û biratî niha di nav gelê Ewropa de peyda bûye.
Dema ku rêz li hebûna hevdu girtin ev yek peyda bû. Niha ti kes ti kesê înkar nake. Ti kes têkil ax, ziman û kultura keseke din nabe. Ka binêrin niha Ewropa gihiştiye çi astê û em diçi astê de ne.”
“Osmanî bi naskirina mafên kurdan mezin bû”
Dr. Elî Teter, derbarê proseya aşitiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî wiha axivî: “Peyama me ji bo hemî gelên deverê ew e ku, ev çend sed sal in ango zêdetirî hezar salan e li vê herêmê em hemî pêkve dijîn. Di serdama Siltan Selîmê Yavuz û Silêmanê Qanûnî de rêz li mafên kurdan dihat girtin.
Mafên kurdan bi fermî nas dikirin. Bi vê yekê çi kêşe ji bo Dewleta Osmanî peyda nebûn. Berûvajî vê yekê dema ku mafên gelê Kurdistanê hatin naskirin Dewleta Osmanî gihişt lûtkeya hêza xwe ya herî mezin.
Ji ber ku hemî kêşeyên xwe çareser kirin mezin bû. Kurd, tirk û miletên din hemî bi vê yekê pêş ketin. Em hêvîdar in di vê proseya aşitiyê de ev kêşe çareser bibim. Em jî wek Herêma Kurdistanê piştevaniya vê proseyê dikin. Em hêvîdar in ev kêşe bêne çareserkirin. Em dûpat dikin, bi şer û aloziyan kêşe çareser nabin; heger çareser bibin jî dê çareseriyeke nexweş be.”
Dr. Elî Teter da zanîn ku, rêya aşitiyê bi rêzgirtina hemî miletên din re pêkan e.
