PSK: Aştiya li Rojhilata Navîn girêdayî naskirina mafên miletê kurd e
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) diyar kir ku sedema bingehîn a pevçûn û bêîstiqrariyê li Rojhilata Navîn di nepejirandina mafên neteweyî yên miletê kurd de ye û ragihand ku aştiyeke mayînde tenê bi pejirandina van mafan dikare pêk were.
RûpelNews - Di nirxandineke Komîteya Rêveber a Navendî ya PSKê de derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û Kurdistanê de hat gotin ku çaresernekirina pirsgirêka kurdî li herêmê militarîzasyon û otorîteriyê girantir kiriye.
"Polîtîkayên Îranê aramiya li herêmê têk dibe”
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku polîtîkayên herêmî yên Îranê û aloziyên dawî bi awayekî neyînî bandor li ser aramiya herêmî kirine û aloziyên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de jî kaosê kûrtir dikin.
"Divê pirsgirêka kurd di çarçoveya mafên demokratîk de were çareserkirin"
PSKê êrîşên hêzên girêdayî Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku gotûbêjên derbarê "proseseke aştiyê" de li Tirkiyeyê ne diyar in.
Hat tekezkirin ku divê pirsgirêka kurd li ser bingeha mafên demokratîk, ne ewlehiyê, were çareserkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha banga yekîtiya di navbera hêzên siyasî yên kurd de hat kirin û "Konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê" ya ku di 14ê Adara 2026an de li Amedê hatibû lidarxistin, wek pêngaveke erênî bi nav kir.
