Di sala 2006an de ji Beşa Rojnamegeriyê bi pileya bilind mezûn bû û di heman salê de dest bi kariyera xwe ya rojnamevaniyê kir. Di navbera salên 2006 û 2010an de, wî wekî rojnamevan û wênekêş ji bo rojnameyên cûrbecûr xebitî.
Ji 2010 heta 2024an, wî wekî rojnamevan, nivîskarê gotaran û pêşkêşvanê bernameyên televizyonî xebitî. Herwuha bûyerên şer û pevçûnên, li nav Kurdistanê ji nêz ve şopand û wek peyamnêrê şer xebat kir. Di bûyerên wekî erdhej, lehî û ketina aşûtan de wî pîşeya xwe domand.
Di sala 2022an de, ew di beşa nûçeyên Kurdî ya pêşbirka 'Rojnamevanê Serkeftî yê Salê' de wekî rojnamegerê serketî hate hilbijartin.
Di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Baku, Azerbaycanê de di nav şandeyê de bû.
Du caran beşdarî Lûtkeya Aborî ya Cîhanê ya li Davosê bû. Dizane bernameyên montajkirina vîdyoyan bi kar bîne.
Ji bilî yimanê sereke Kurdî ew, bi tirkî û hinekî jî bi almanî dizane.
Niha wekî nûçegihan li RûpelNews kariyera xwe ya rojnamegeriyê didomîne.