Mijara Ocalan û Demirtaş | Bahçeli: Ji niha pê de karê hikûmetê ye
Serokê MHPê Devlet Bahçeli derbarê mafê hêviyê ji Ocalan re û berdana Demirtaş de got, " Ji niha pê de karê hikûmetê ye."
RûpelNews- Rojnamevan Murat Yetkin bi Serokê MHPê Devlet Bahçeli re axivî. Bahçelî, ku banga "mafê hêviyê" ji bo serokê PKKê Ocalan û berdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kiribû, li ser pirsa ka ew çawa difikire ku hikûmet dê bersiva van daxwazan bide, wiha bersiv da: "Me nêrîna xwe anî ziman. Em bawer dikin ku ev ê bi sûd bin. Ya ku piştî vê bibê, li ser hikûmetê ye."
Yetkin derbarê daxuyaniyên wî yên ku di komcivîna duhî de gelek hatibûn nîqaşkirin, pirs ji Bahçelî kir. Yetkin di qunciknivîsa xwe de diyaloga di navbera xwe û Bahçelî de wiha vegot:
"Wek mînak, gelo ji aliyê demê ve sedemek hebû ku ew daxwazên ku berê bi awayekî takekesî anîbû ziman û hêj nehatibûn qebûlkirin, bi hev re bîne ziman?
Gelo Bahçeli ev yek bi wê baweriyê got ku Tirkiye piştî peymana HSDê li Sûriyê ketiye qonaxeke nû ya bê teror?
• 'Na. Têkiliya wê bi Sûriyê re nîne. Ev demeke dirêj e em vê yekê dibêjin. Em ji bo Anatolyayê aştiyê dixwazin. Em van gavan bi sûd dibînin.'
Nexwe, wî çi difikirî ku AK Partî dê li hember van daxwazan çi bibêje, dê çawa bertek nîşan bide? Bahçeli bêyî dudilî bersiv da:
• 'Me nêrîna xwe anî ziman. Em bawer dikin ku ev gav dê bi sûd bin. Piştî vê çi diqewime, li ser hikûmetê ye.'
Dema ku min bi çavkaniyên di nav serokatiya MHPê de re axivî, ez pê hesiyam ku pir kêm kes ji daxuyaniya Bahçeli ya duh agahdar bûn, çawa ku ew ji banga wî ya li ser serokê PKKê Abdullah Ocalan a di 22ê Cotmeha 2024an de jî ne agahdar bûn. Di rastiyê de, wî ew hevok di metna nivîskî ya axaftina xwe de jî zêde nekiribû.
Yetkin gotara xwe bi nirxandina daxuyaniyên Bahçeli yên di civîna komê de bi dawî anî:
"Bahçeli ji AK Partiyê xwest ku mafê hêviyê bide Ocalan, Demirtaş serbest berde, û 'Ahmet' ji nû ve vegerîne ser karê wî, di heman demê de ji Partiya DEM û 'hemû şaxên wê' yên PKKê xwest ku rêzê li Ocalan bigirin; bi gotineke din, rewşê binirxînin û radestkirina çekan û hilweşandina rêxistinê dernedin. Bi vê daxuyaniyê, wisa xuya ye ku Bahçeli ji Erdogan re dibêje, 'Min heta niha para xwe kir, niha dora te ye."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin