Mezlûm Kobanî bo Makwan Emîrxanî: Ez hêvîdar im tu bibî dengê Kurdan li cîhanê
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê di peyamekê de spasiya werzişvanê Kurd û pehlevanê Boksê yê ji Rojhilatê Kurdistanê, Makwan Emîrxanî kir.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê spasî û destxweşî li Bokserê Kurd Makwan Emîrxanî kir, û got, “em hêvîdar in tu bibî dengê Kurdan li hemû cîhanê.”
General Kobanî ji Makwan Emîrxanî re wiha nivîsiye: “Silavên min hene bo wê wêrekiya te û hêviya serkeftinê ji te re dixwazim. Em hêvî dikin ku tu bibî dengê me bo hemû cîhanê, daku rê li hewlên paqijiya nijadî û guherîna demografîk bê girtin, ku Kurd niha li bakurê Sûriyê û Rojava rastî wê hatiye.”
I salute you for your courage and wish you every success. We hope that you will become our voice to reveal to the world the attempts of ethnic cleansing and demographic change, the Kurds are facing in northeast Syria and Rojava.@MakwanAmirkhani
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) November 2, 2019
Peyama General Mazlûm Kobanî bo wî werzişvanê Kurd û pehlevanê Bokserê yê ji Rojhilatê Kurdistanê piştî wê yekê hat, ku Makwan Emîrxanî li dijî êrîşa Tirkiyê, piştgiriya xwe bo Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.
Makwan Emîrxanî werzivanekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye, niha temenê wî 30 sal e û li Finlandayê dijî. Ji ber wê asta bilind a ku di rikeberiyên cîhanî û ewropî de pêşkêş dike, Makwan kariye Ala Kurdistanê bibe nav hemû pêşbirêkan û niha bi hezaran alîgirên wî li Finlandê û Ewropayê hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin