Mezlûm Ebdî bo cezakirina Çîçek Kobanî: Dijî yasayên navdewletî ye!

28 adar 2021 13:02
Mezlûm Ebdî bo cezakirina Çîçek Kobanî: Dijî yasayên navdewletî ye!

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser li Tirkiyê dayîna cezayê muebetê bo şervana YPJê Çîçek Kobanî ku ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibû dîlgirtin daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê derbarê rewşa şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Çîçek Kobanî de got: “Çîçek Kobanî sala 2019an ji nav axa Sûriyê hate revandin û dadgeheke Tirkiyê cezayê heta hetayê bi ser de sepand. Ev yek li dijî yasayên navneteweyî ye.”

Ebdî diyar kir: “Keça Kobanî, Çîçek ne yekem kes e ku rûbirûyê vê rewşê dibe. Doza Çîçek û hevrêyên wê heta ku em wan bi saxî û selametî vedigerînin dê doza me be.”

Şervana YPJê Çîçek Kobanî 21ê Cotmeha 2019an li gundê Mişrefa yê Eyn Îsa ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû dîlgirtin û ji aliyê Tirkiyê ve bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin ku li Rihayê di zindanê de ye. Çend roj berê dadgeha Tirkiyê cezayê muebetê yê heta hetayê li ser sepandibû.