Cemîl Bayik rexne li Mezlûm Ebdî kir: Diviyabû şêwirmendî qebûl nekira
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê Cemîl Bayik, derbarê tayînkirina Mezlûm Ebdî wekî şêwirmendê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara de axivî û diyar kir ku diviyabû Ebdî ev erk qebûl nekira.
RûpelNews - Bayik di bernameya Hevpeyvîn a ku li ser kanala Nûçe TVyê dihat weşandin de axivî û bibîr xist ku Mezlûm Ebdî berê gotibû ew ê di nava saziyên dewletê de ti rolekê negire ser xwe û dê di nava gelê xwe de bimîne.
Bayik bal kişand ser wê yekê ku Ebdî niha rola şêwirmendiya Şara qebûl kiriye û destnîşan kir ku ev ne pozîsyonek e ku li ser navê kurdan hatiye wergirtin.
"Mezlûm Ebdî di destpêkê de gotibû ku ew ê di nava dewletê de ti rolekê qebûl neke û dê di nava gelê xwe de bimîne. Ew gotineke rast bû. Lêbelê, ew niha bûye şêwirmendê Şara. Wekî din, wî ev pozîsyon ne wekî şêwirmendekî ku nûnertiya Kurdan dike, belkî bi girtina rolekê di nava dewleta Sûriyeyê de qebûl kir. Bi gotineke din, wî peywireke burokratîk girt ser xwe."
Bayik diyar kir ku ew rexneyên li hemberî Ebdî rast dibîne û got: "Em jî vê yekê rexne dikin. Diviyabû wî ev rol qebûl nekira."
Mezlûm Ebdî di Tebaxa 2026an de ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara ve wekî şêwirmendê serokatiyê hatibû tayînkirin.
Bayik: Pêwîst e KCK jî serdana Îmraliyê bike
Di dema bernameyê de, Bayik her wiha derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê û têkiliyên bi Îmraliyê re de nirxandin kirin.
Bayik diyar kir ku yasaya çarçoveyê ya ku ji aliyê Parlamentoyê ve hatibû pejirandin, daxwazên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd pêk neanîne, lê dîsa jî ew li wê yasayê wekî "bingehekê" dinêrin.
Bayik tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê di warên siyasî û yasayî de gavên pratîkî werin avêtin û anî ziman ku pêwîst e KCK serdana Îmraliyê bike.
"Pêwîst e KCK jî serdana Îmraliyê bike. Divê em jî biçin cem Rêber Apo. Ev tiştekî xwezayî ye. Bêyî vê yekê, pêvajo dê bi awayekî saxlem pêşve neçe."
Bayik her wiha anî ziman ku divê rojnamevan, şêwirmend, siyasetmedar û akademîsyen jî serdana Îmraliyê bikin. Wî destnîşan kir ku di navbera Îmralî û KCKê de ti kanala ragihandinê ya rasterast nîne û têkilî bi rêya navbeynkaran tê meşandin.
"Dem û zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd derketiye holê"
Bayik anî ziman ku li Rojhilata Navîn zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye amadekirin û diyar kir ku çareserî bi riya yekîtiya Kurdan pêkan e.
Bayik her wiha destnîşan kir ku demokratîkbûna li Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd nikarin ji hev cuda werin nirxandin û got: "Heke demokrasiya li Tirkiyeyê pêşve neçe, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin."
