Gelo Mezlûm Ebdî ji lîsteya 'teror'ê a Tirkiyeyê hatiye derxistin?
Tê îdiakirin ku Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ji lîsteya 'Terorîstên tên Lêgerîn' ya Tirkiyeyê hatiye derxistin, lê ev îdiaya nehatiye piştrastkirin.
RûpelNews - Îro, di hin dezgehên medyayê û li ser medyaya civakî de îdia derketin ku Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku hatiye hilweşandin, ji lîsteya 'Terorîstên tên Lêgerîn' ya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê hatiye derxistin.
Lêbelê, RûpelNews nekarî vê agahiyê piştrast bike. Heta îro, Mezlûm Ebdî hîn jî li ser malpera Rêxistina Polîsên Tirkiyeyê (https://www.terorarananlar.pol.tr/tarananlar) di lîsteya sor de di bin navê Ferhat Abdi Şahin de cih digire, bi hûrgiliyên: "Sûriye, ji dayikbûn 1963, PKK/KCK".
Her wiha Wezareta Karên Navxwe jî derbarê rakirina Ebdî ji lîsteyê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.
Tirkiye ji bo her kesê ku di girtina kesên di lîsteya sor de alîkariyê bike, "xelateke pereyî" ya heta 20 milyon lîreyan pêşkêş dike.
Biryarnameya Hejmar 164 a Serokomariya Sûriyê diyar kir: "Serokomar Ehmed Şera, bi Biryarnameya Hejmar 164 a bi dîroka 2026an, Mustafa Xelîl Ebdî (Mezlûm Ebdî) wek şêwirmendê Serokomariyê tayîn kir."
Sîpan Hemo ji lîsteyê hatibû derxistin
Sîpan Hemo (Semîr Oso), yek ji endamên damezrîner ên YPGê ku fermandariya HSDê dikir wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê hatibû tayînkirin, di Tebaxê de li Tirkiyeyê ji 'lîsteya terorîstan' hat derxistin.
