Mezlûm Ebdî: Zarokên xwe bişînin dibistinan zimanê kurdî lê hene
Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî, daxwaz ji malbatên kurd kir ku zarokên xwe bişînin wan dibistanên ku zimanê kurdî lê tê xwendin.
RûpelNews - Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî têkildarî mijara perwerdeya zimanê kurdî, rewşa dibistan, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê peyameke bi vîdyo bi rêya ANHAyê da.
Naveroka peyama Ebdî wiha ye:
“Gelê me yê hêja zimanê kurdî nasnama me ye, parastin û pêşxistina zimanê kurdî her armancekî bingehîn a têkoşîna me heta roja me ya îro ye. Fêrkirin û xwendina bi zimanê dayikê mafeke xwezayî ya tevahî gelan û yê gelê kurd de jî, fêrkirina bi zimanê kurdî mafekî bingehîne û xwezayî ye, di van 14 salên borî de, di Şoreşa Rojava de kedeke mezin ji bo fêrkirin û xwendina zimanê kurdî hat dayîn, di demekê de ku em di şer de bûn, sîstemeke xwendinê hat avakirin. Her çi qas kêmasî û lawazbûnê xwe hebûn, lê belê tiştekî nû bû û gaveke dîrokî bû di dîroka Rojava de.
Bi vê munasebetê tevahî malbatên me yên ku bi ruxmî şer, zor û zehmetiyan zarokên xwe şandin zimanê kurdî ez wan silav dikim. Tevahî mamoste û karmendên me yên ku keda xwe di fêrkirin û xwendina zimanê kurdî de di van 14 salên borî de danîn ez wan jî pîroz dikim.
“Em di pêvajoyeke veguhestinê de ne”
Piştî rûxandina rejîma Beasê ev bû salek û 8 meh, hewildanên me ji bo ku zimanê kurdî bibe beşeke fermî di sîstema perwerdeyê di Sûriyeyê de têne kirin. Ji bo vê yekê gelek civîn, hewildan û danûstendin çêbûn, di encama wê de Wezareta Perwerdeyê di mijara zimanê kurdî de biryar da, gel û şagirtên me ji ber ku ev biryar têrker nedîtin xwepêşandan kirin û helwesta xwe dane xuyakirin, têkoşîn dane meşandin, ev vê yekê mafê şagirtên xwe dibînin, dîsa jî em li kêlek wan in.
Lê belê ji ber ku sala xwendinê nû dest pê kiriye, em di pêvajoyeke veguhestinê de ne, pêwîste em sîstema xwendinê serkeftî dewam û derbas bikin. Ji bo ku zarokên ku di dibistanên kurdî de xwendine, zor û zehmetiyên nekşînin tedbîr hatine girtin, wê zarok zor û zehmetiyê nebînin wê li aliyekî fêrî zimanê erebî bibin, li aliyeke din jî wê xwendina xwe bi zimanê kurdî dewam bikin.
Xwesteka me ji malbatan û şagirtên me ew e ku zarokên xwe bişînin dibistanên ku tê de zimanê kurdî esas tê girtin, ji bo ku ev sala xwendinê ya nû di vê pêvajoya veguhêz de serkeftî derbas bibe û sala pêşiya me em karibin di asteke bilindtir di mijarên zimanê kurdî de bidest bixînin, ev wê bibe bingeheke esasî ji bo ku em mafê xwe di mijara zimanê kurdî tevahî bidestbixin.”
“Hevdîtin ji bo zanîngehan berdewam e”
“Îsal wê xwendina refa 9 û bekeloriya wê li gorî sîstema Rêveberiya Xweser were meşandin.
Ji bo wê daxwaziya min ji tevahî şagirtan ew e ku xwendina xwe di van her du refan de, li gorî sîstema xwendina kurdî ya berê dewam bikin, ji bo ku pêşeroja xwe bêhtir garantî bikin.
Hîn hevdîtin û danûstendin ji bo fermîyeta Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê tên meşandin, biryara dawî hîn derneketiye ortê, lê belê em di wê hêviyê de ne ku wê di vê mijarê de jî biryareke guncaw li gorî şagirtên me yên her du zanîngehan de ne derkeve.
Daxwaza me ew e ku ji bo sala xwendinê ya nû ya her du zanîngehan şagirtên me yên bekeloriya yên ku bi zimanê kurdî pêk anîne, ji bo ku cihê xwe di her du zanîngehan de bigirin, ew mufadeleyên xwe li gorî sîstema ya Wezareta Perwerdeyê ya Bilind derxistiye pêşkêş bikin.
Di dawiyê de ez sala xwendinê ya nû pîroz dikim û ji bo wan tevahî serkeftinê dixwazim.”
