Gelo Mezlûm Ebdî, serdana Tirkiyeyê dike?
Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) General Mezlûm Ebdî, derbarê egera serdanekê bo Tirkiyeyê de axivî û got ku ew dixwazin bi rêya Şamê pêwendiyan bi Tirkiyeyê re deynin. Ebdî, tekez kir ku hemû rêkeftin û lêkgehiştinên bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re li Şamê, bi îradeyeke "Sûrî-Sûrî" pêk hatine û tekez kir ku aliyê Amerîkî di wan danûstandinan de cih negirtiye.
RûpelNews - Di hevpeyvîneke berfireh de di podkasta "Mazîc" de ya ku kanala Al-Arabiya diweşîne, Ebdî derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê û rewşa dawî ya bi Şamê re axivî. Ebdî, li ser pirsan got, "Em tercîh dikin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi rêya Şamê bimeşînin. Helwesta dewleta Sûriyeyê ya li ser navbeynkariya bi Tirkiyeyê re erênî ye. Heke hûn bipirsin ka gelo Şam xwedî rolek e ji bo nêzîkkirina nêrînên me, bersiv erê ye. Ez ê bibêjim ku di vê gavê de di navbera me û Tirkiyeyê de cureyekî agirbestê heye."
"Her tişt mimkûn e"
Ebdî wiha bersiva pirsa egera serdana xwe ya Tirkiyeyê de da: Gelo em ê di demek nêz de Mazlum Ebdî li Enqerê bibînin? – "Çima na? Her tişt mimkun e."
kir ku rêkeftinên di dîrokên 29ê Rêbendanê, 1ê Rêbendanê û 10ê Adarê de, rasterast di navbera wî û Serokê Sûriyê (Ehmed Şera) de hatine îmzekirin. Wî got: "Me ji roja yekem a hilweşîna rejîma berê de li ser dûrketina ji her cure rûbirûbûna serbazî û hilbijartina diyalogê wekî yekane rê ji bo çareserkirina hemû dosyayan li hev kir."
Pêşniyariyên qonaxê û postên hikûmî
Derbarê gotegotên li ser pêşniyarkirina postên siyasî bo wî, Ebdî eşkere kir ku di navbera wî û Serok û Wezîrê Derve de guftûgo li ser karê hevbeş hebûne, lê wî tekez kir ku "pêşniyariyên niştimanî û meydanî" li pêşiya wergirtina her postekî ne.
Wî diyar kir ku bala wî niha li ser serkeftina pêvajoya hesas a "yekxistina hêzan" û yekrêziya mala kurdî ye. Di heman demê de, Ebdî bi awayekî qetî red kir ku posta "Cîgirê Serokomar" rasterast ji wî re hatibe pêşniyarkirin.
Kêşeya "nasnameyê" ligel Esed
Ebdî behsa beşek ji danûstandinên xwe yên berê ligel Beşar Esed kir û nîşan da ku xala serekî ya nakokiyê "nasnameya dewletê" bû. Wî got: "Me daxwaz kir ku navê Komara Erebî ya Sûriyê bibe (Komara Sûriyê), lê Esed li ser (Erebbûn - Urûbe) bi projeyeke nû ya ku îdîa dikir her kesî li xwe digire tekez dikir. Me ev yek bi temamî red kir, ji ber ku ew nasnameya pirneteweyî ya welat nîşan nade."
Peywendiyên ligel Tehranê
Derbarê helwesta li beramberî Îranê, General Ebdî tekez kir ku wî bi şexsî tu berpirsekî Îranî nedîtiye û dîroka şerê li dijî wan bi bîr xist; ku hêzên wî di sala 2013an de li Hesekê şerekî giran li dijî komên ser bi Îranê ve kirine û ew ji parêzgehê derxistine. Wî diyar kir ku tenê li herêmên "Nubul û Zehra" ji bo parastina sivîlan hinek lêkgehiştinên ewlehiyê yên sînordar hebûn, her wiha eşkere kir ku wî bersiva gelek peyamên Îranê nedaye.
Di dawiyê de, fermandarê HSDê destnîşan kir ku paşeroja Sûriyeyê bi şiyana Sûriyan bi hemû pêkhateyên wan ve li bakur, rojhilat û li Şamê ve girêdayî ye ku bigihîjin lêkgehiştinên niştimanî yên giştgîr da ku mafên her kesî werin parastin û dawî li serdemên sitemkariyê were anîn.
