Sîpan Hemo ji lîsteya terorê ya li Tirkiyeyê hat derxistin
Sîpan Hemo ku yek ji kesayetên pêşeng ên Hêzên Sûriye ya Demokratik (HSD) bû piştî ku wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê dest bi kar kir, ji lîsteya terorê ya sor a Tirkiyeyê hat derxistin.
RûpelNews - Berpirsê payebilind ê berê yê Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo (navê din Semîr Asû) di lîsteya terorê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê de bû, lê biryar hat dayîn ew ji lîsteyê hat derxistin.
Ji bo girtina Sîpan Hemo 20 milyon lîra xelat hatibû dayîn
Sîpan Hemo di 'kategoriya sor' a databasa Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ya kesên bi tawana terorê hatine xwestin de cih digirt. Ji bo agahiyên ku bibin sedema girtina Hemo, xelateke 20 milyon lîrayan hatibû danîn.
Piştî peymana entegrasyonê ya ku di 29ê Çileyê de ji aliyê HSD û rêveberiya Şamê ve hat îmzekirin, Hemo di Adarê de wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê hat tayînkirin.
