Sîpan Hemo: Îsraîl hewl dide pêvajoya entegrasyonê têk bibe; lê em ê rê nadin

22 tebax 2026 11:35

Sîpan Hemo bal kişand ser wê yekê ku hin hêz hewl didin pêvajoya entegrasyonê têk bibin û got: "Hin hêz, bi taybetî Îsraîl, hewl didin vê pêvajoyê têk bibin. Rêyeke dijwar li pêşiya me ye, lê em ê bi hev re serkeftî bin."

Sîpan Hemo: Îsraîl hewl dide pêvajoya entegrasyonê têk bibe; lê em ê rê nadin

RûpelNews - Fermanderê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo piştî biryara feshkirina HSDyê, ji bo rojnameya ‘Turkiye Gazetesi’ axivî û pêvajoya entegrasyona leşkerî, ewlekarî û îdarî ya bi dewleta Sûriyeyê re nirxand.

Biryara feshkirina HSDyê piştî temambûna pêvajoya entegrasyonê hat girtin. Hemo diyar kir ku wan erkên xwe yên têkildarî pêvajoya entegrasyonê bi cih anîne û niha divê aktorên siyasî ji bo qonaxa bê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Hemo bal kişand ser pêşveçûnên girîng ên li herêmê û got:

"Kesên ku dixwestin kurdan wekî hêzeke leşkerî ya potansiyel bi kar bînin û xwedî armancên din bûn, têk çûn. Gelên herêmê tirk, ereb û kurd bi hev re bi ser ketin. Niha dema xurtkirina biratiyê ye di nava vê keşûhewaya aştiyê de. Belê, me qonaxa herî dijwar derbas kir, lê hîn jî zehmetî hene. Şam niha paytexta me hemûyan e. Lewma, pêkhateya dewletê û nêzîkatiya wê ya li hember cudahiyên etnîkî, olî û çandî dê di paşeroja vê pêvajoyê de roleke girîng bilîze."

“Sûriye, welatê me yê hevpar e”

Hemo anî ziman ku dibe ku hin aliyên ku ji pêşhatên herêmî bandor dibin bi taybetî Îsraîl ji bo alozkirina pêvajoyê gavan biavêjin, û wiha berdewam kir:

“Bêguman ew ê hewl bidin taktîkên nû bi kar bînin da ku vê hewaya aştiyane têk bibin û xetên şikestinê yên nû biafirînin. Lêbelê, em neçar in ku bi wergirtina dersan ji xeletiyên borî, paşeroja xwe li ser bingeha aştî û biratiyê ava bikin. Tam ji ber vê yekê ye ku me rûpeleke nû vekiriye. Sûriye, welatê me yê hevpar, niha gelek bihêztir e. Ev yekîtiya hanê ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê di heman demê de di hevkêşeya tevahiya Rojhilata Navîn de jî xwedî girîngiyeke mezin e.”

Helwesta Tirkiyeyê

Hemo, dema ku behsa helwestên rêveberiya Şamê û Enqereyê yên derbarê pêvajoya entegrasyonê de dikir, got: “Heke em li ser bingeha dilsozî û baweriyê tevbigerin, kes nikare serkeftin an jî serfiraziya me ji destê me bigire. Ez dikarim bibêjim ku hem rêveberiya Şamê û hem jî Enqere di vê pêvajoya ber bi entegrasyonê ve, bi awayekî wêrek û dilsoz tevgeriyane. Me jî bi heman awayî bersiv daye.”