Mezlûm Ebdî biryara Rêveberiya Xweser rexne kir
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser mijara protestoyên gel ên bi sedema bilindkirina nirxê sotemeniyê ku doh 19ê Gulanê piştî xwepêşandan û nerazîbûnan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû betalkirin, daxuyanî da.
Mezlûm Ebdî biryara Rêveberiya Xweser a bilindkirina nirxê sotemeniyê rexene kir û xwest, di biryarên xwe û gotûbêjkirina wan de zelal be. Ebdî herwiha ji gel jî xwest ku li dor saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin.
Ebdî li ser Twitterê got: "Hevkariya avaker a ku me di navbera Rêveberiya Xweser û gel de di çend rojên dawî de dît, piştrast dike ku em li ser rêya rast in ji bo avakirina pêşerojeke guncaw. Em tê digihîjin ku rêveberî hewl dide giraniyê bide hin xizmetên lezgîn ên mîna kehrebe, av, perwerde û tenduristiyê. Lê pêwîst e di mijara dayîn û gotûbêjkirina biryaran de zelal be."
Fermandarê HSDê herwiha daxwaz ji gel jî kir: "Em bang li gelê xwe dikin ku li derdora saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin û piştgiriyê bidinê da ku bi erka xwe rabe. Herwiha em ji gelê xwe dixwazin ku ji şaneyên ku hewl didin bawerî û istîqrarê li herêmê têk bibin, hişyar be."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin