Mezlûm Ebdî beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibe

13 sibat 2026 08:06

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî dê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe.

Mezlûm Ebdî beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibe
RûpelNews -

Li gorî agahiyên ku çend berpirsên Amerîkayî û yên Rojavayê Kurdistanê ji bo Rûdawê ragihandine; Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya li Almanyayê bibe.

Hat gotin ku Mezlûm Ebdî dê li konferansê li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive.

Li gorî gotinên wan çavkaniyan, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî dê beşdarî konferansê bibe.

Konferansa Munîhê wekî mezintirîn foruma parastinê ya cîhanê tê naskirin û dê ji 13 heta 15ê Sibatê bidome.

Mezlûm Ebdî û Eshed Şeybanî bi awayekî cuda ji bo konferansê hatine vexwendin lê belê li gorî agahiyan, her du alî dê li perê konferansê werin cem hev û bicivin.

Ev hevdîtin piştî wê yekê tê ku HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê 29ê Kanûna Paşîn a borî peymanek îmze kiribû.

Di wê peymanê de biryar hatibû dayîn ku şerê navxweyî biqede û HSD tevlî Artêşa Ereban a Sûriyeyê bibe.