''Diyar e Amerîka û Kak Mezlûm Kobanî nikarin li sozên xwe xwedî derkevin''
PeyamaKurd – Di derbarê pêşhatên dawî yên danûstandinên Kurdî-Kurdî de, Endamê Serkirdayetiya ENKSê û Rêveberê Polîtbûroya PDK-Sê axivî û got, ew li gel Mezlûm Kobanî civiyane û tekez jî dike, “Aliyek heye, naxwaze miletê me ji bin metirsiyê derkeve.”
Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re derbarê sedema rawestandina danûstandinên Kurdî-Kurdî de diyar dike, ji aliyê wan ve tu guhertin çênebûne û ew li ser ciddiyeta xwe berdewam in di vê mijarê de û tekez dike, “Zemîneke baş peyda bûbû, lê diyar e aliyek heye naxwaze miletê me ji bin vê metirsiyê derkeve.”
Mihemed Îsmaîl amaje bi şewitandina ofîsên ENKSê jî dike û dibêje:
“Karekî gelek xerab hat kirin, ku sedema wê jî tune bû” û tekez dike: “Diyar e Amerîka û Kak Mezlûm (Kobanî) nikarin li sozên xwe xwedî derkevin, ji ber ku ji wan tê xwestin ku nehêlin ev bûyer çêbibin.”
Ew endamê serkirdayetiya ENKSê diyar dike, ew derbarê rewşê de li gel aliyê Amerîkî jî ketin nav peywendiyê û wan hewl da ku danûstandin nexitimin û “me tekez kir ku ENKS cidî ye di diyalogê de. Lê ev karên xerab zehmetiyê li ser danûstandinan çê dike û jibilî nehezên miletê Kurd berjwendiya ti kesî tê de nîne.
Îsmaîl di derbarê helwesta Amerîkayê de jî da zanîn, wan jî nerazîbûna xwe derbirîne û diyar kirine ku ew dê hewl bidin rê li ber van kiryaran bigirin.
Di berdewama gotinên xwe de Mihemed Îsmaîl aşkere dike ku ew do, derbarê pêşhatên dawîn de ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiyane û derbarê naveroka civînê de jî dibêje, wan amaje bi êrişên li ser ofîsên ENKSê kirine û Mezlûm Kobanî jî tekez kiriye ku ew kesên êrîşkar hatine girtin û ew dê pirsgirêkê çareser bikin.
Herwiha Mihemed Îsmaîl destnîşan dike, leşkeriya neçar yek ji mijarên danûstandinan bû ku tifaq li ser hebû, lê “ji şeva borî ve dest bi girtina xelkê kirine. Bavê 3 pêşmergeyan girtine û çarenivîsa wî nediyar e.”
Herî dawî di derbarê êrîşên dawî yên Tirkiye û komên çekdar li ser Eyn Îsa jî Îsmaîl dide xuyakirin: “Tirkiye dibêje, `ji çemê Zerganê heta pişt Eyn Îsa di çarçova rêkeftinê de ye, Rûsya jî dixwaze rejîmê bîne ku Tirk derbas nebin, HSD jî dixwaze bi rejîmê re li hev bike ku rê li ber hatina Tirkiyê bigire.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin