CIA: Me xiyanet kir, em êdî nikarin ji General Mezlûm re bêjin Amerîka dostê we ye

21 cotmeh 2019 19:03
CIA: Me xiyanet kir, em êdî nikarin ji General Mezlûm re bêjin Amerîka dostê we ye

PeyamaKurd - Serokê berê yê Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) David Petraeus li ser tenê hiştina Kurdan ji aliyê Amerîkayê ve li Rojavayê Kurdistanê got ku bi vekişandina hêzên xwe Amerîkayê xiyanet li kurdan kir û êdî nikarin bêjin, na na! dostên kurdan ne tenê çiya ne!”

David Petraeus ji televîzyona CNN re axivî û got, Amerîka hevpeymanên xwe yên kurd tenê hiştin ku wan di şerê DAIŞê de zêdetirî 10 hezar can dane.

David Petraeusê ku demekê jî fermandarê giştî yên Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîka (CENTCOM) bû dibêje, bi derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, DAIŞ dê derfeta ji nû ve bihêzbûnê bi dest bixe û ev jî tê wê wateyê ku şer xilas nabe û ew serkeftina li hember DAIŞê hatiye bidestxistin jî ne stratejîk e.

Petraeus dide xuyakirin ku Amerîka bi eşkere xiyanet li kurdan kiriye û wiha behsa dîyalogeke xwe ya ligel Kurdan a Mûsilê dike:

“Dema çûbûm Mûsilê kurdan got “tu dizanî general! Tenê çiya dostên kurdan in” Min jî ji wan re gotibû “Na na! Êdî Amerîka jî dostê we ye. Lê em êdî niha nikarin vê yekê ji general Mezlûm re bêjin!”