Bahçelî: Heke em rastiyan bêjin, parlamenterên HEDEPê nikarin derkevin kuçeyên Diyarbekirê jî!

31 cotmeh 2023 21:48
Bahçelî: Heke em rastiyan bêjin, parlamenterên HEDEPê nikarin derkevin kuçeyên Diyarbekirê jî!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de, rexneyên tund li HEDEPê girtin.

Bahçelî li ser sixêfên Serokwekîlê MHPê Celal Adan dema mîkrofon asê bû û bi parlementerên HEDEPê kiribûn, axivî û li ser bertekên HEDEPê got: “Brêz Adan ne bêxwedî û tenê ye. Êrîş, bangên îstifayê û heqaret di bin piyên me de ne.”

Herwiha Bahçelî li ser nezaniya parlamenterên HEDEPê ya zimanê Kurdî jî wiha axivî:

"Hemû netewperestên Tirk Tirkî dizanin. Lê çend parlamenterên peyrewa PKKê yên li meclîsê bi Kurdî dizanin? Heke em dest bi gotina rastiyan bikin, ne li meclîs û Enqereyê tenê nikarin li kuçeyên Diyarbekirê jî bigerin!”

 

? MHP Lideri #HEDEP'e Kürtçe üzerinden yüklendi:

“Türk milliyetçilerinin alayı Türkçe bilir, fakat #PKK'nın uydusu olandan Meclis'te kaç milletvekili var ki #Kürtçe bilsin?”#TwitterKurds #Kürt #Gündem #sondakida pic.twitter.com/6KnU2KJpM3

— PeyamaKurd (@peyamakurd) October 31, 2023