Daxuyaniya Qesra Spî: Em nikarin teqez bibêjin ka çi qewimî

08 hezîran 2023 12:31
Daxuyaniya Qesra Spî: Em nikarin teqez bibêjin ka çi qewimî

PeyamaKurd Piştî hilweşîna santrala hîdroelektrîkê ya Nova Kakhovka ya li herêma Kherson a Ukraynayê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby daxuyaniyek da.

Kirby di daxuyaniya xwe ya derbarê Bendava Nova Kakhovka ya li Ukraynayê ya hilweşiyayî de got, "Em nikarin teqez bibêjin ka çi qewimî."

Kirby destnîşan kir, ew nikarin teqez bêjin sedema hilweşandina bendavê çi ye û got, wan raporên ku Rûsya bûye sedema wêrankirinê nirxandiye.

Kirby got: “Me rapor dît ku Rûsya berpirsê teqîna bendavê ye. "Em çi ji destê me tê dikin da ku van raportan binirxînin û bi Ukrayniyan re kar dikin ji bo berhevkirina zanyariyên zêdetir, lê em nikarin teqez bibêjin ka çi qewimî."