Qesra Spî li ser daxuyaniya Netanyahu ya "Wê dawiya we weke Xezzeyê be": Ev ne tistê ku em dixwazin bibînin e
PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di daxuyaniya xwe ya li ser tehdîda Netanyahû ya "Dibe ku Lubnan bibe Xezzeyeke din" got: "Em nikarin bibînin ku Lubnan bûye Xezzeyeke din, em ê nebînin jî. Ev ne tiştê ku em dixwazin bibînin e."
Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di civîna çapemeniyê ya rojane de derbarê operasyonên Îsraîlê yên li Lubnanê de nirxandin kirin.
Jean-Pierre derbarê gefa Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya ku dibêje "Dibe ku Lubnan bibe Xezzeyeke din" got: "Tişta ku ez ê di vê pirsê de bi eşkereyî bêjim ew e ku em nikarin bibînin ku Lubnan bûye Xezzeyeke din, em ê nebînin jî. Ev ne tiştê ku em dixwazin bibînin e."
Jean-Pierre tekez kir ku êş û azarên li Xezze û Lubnanê ji bo bidawîkirina nakokiyan û danîna bingehê aştiya mayînde û ewlekariya li herêmê hîn bêhtir bileztir dike. Wî angaşt kir ku eger Hizbullah êrîşên bi roketan ên li dijî Îsraîlê rawestîne, "êşên li Lubnanê dikaribû bihata astengkirin."
Jean-Pierre herwiha diyar kir ku çareseriyeke dîplomatîk ku hem sivîlên Lubnanî û hem jî yên Îsraîlî bi selametî vegerin malên xwe yên li her du aliyên Xeta Şîn, teqez pêwîst e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin