bal li parastina sivîlan hat kişandin

11 sibat 2026 21:32

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di daxuyaniyekê de li ser pêkdanên li Kobanî, bal kişand ser parastina sivîlan, vekirî mayîna rêyên alîkariya mirovî û destpêkirina nû ya xizmetên bingehîn li bajêr.

Daxuyaniya Amerîkayê li ser parastina sivîlan li Kobanî

RûpelNews -

Di daxuyaniya Çarşemê (11-02-2026) de hat gotin ku Amerîka berdewam e di daxuyaniya girîngiya parastina sivîlan û binyadên bajaran de. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêyên alîkariya mirovî divê bê asteng vekirî bimînin û hate gotin: “Divê ev rê vekirî bimînin û xizmetên bingehîn li Kobanî ji nû ve dest pê bikin.”

Ev daxuyanî di demekê de hat ku artêşa Sûriyê nêzîkî 25 rojan e ku Kobanî dorpêç kiriye û av û elektrîk ji bajêr qut kirine, ku ev yek bûye sedema giranbûna rewşa mirovî.

Peyama siyasî û pêşerojê

Gotebêjê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce, di daxuyanik rojnamevaniyê de bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê da û diyar kir ku Washington bi hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî re amade ye ji bo piştgirîkirina bicîhkirina rêkeftinan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanc “têkelbûna aştiyane ya bakur û rojhilatê Sûriyê di nav dewletek yekbûyî, berfireh û xwedî serweriyê de” ye.

Washington herwiha jî bal kişand ku ev pêvajoy divê mafên hemû welatiyan biparêze.

Peyama Trump û Barrack

Di daxuyaniyê de herwiha hat behskirin ku nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê Thomas Barrack ev pêvajoy wekî gavêk girîng dibîne, û serokê Amerîkayê Donald Trump vê demê wekî derfeteke girîng ji bo avakirina Sûriyeke nû nirxand.

Di peyamê de hat diyarkirin ku di Sûriyê de hemû pêkhate — Ereban, Kurdan, Druzî, Hristiyan, Elewî, Tirkmen, Asurî û yên din — divê bi rêz û parastina mafên xwe bijîn.