Îran: Me pergalên parastina esmanî yên Amerîkayê têk birin

04 îlon 2026 18:50

Berdevkê Artêşa Îranê, Brigadier General Mihemed Ekremînîya, îdia kir ku pergalên radar û parastina esmanî yên li hin bingehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn hatine armanckirin û têkbirin.

Îran: Me pergalên parastina esmanî yên Amerîkayê têk birin

RûpelNews - Ekremînîya, di bernameyeke televîzyona dewleta Îranê de, rewşa pevçûna bi Amerîkayê re û gefên Îsraîlê yên li dijî Îranê nirxand û her wiha derbarê êrîşên li ser bingehên Amerîkî yên li herêmê de jî axivî.

Ekremînîya diyar kir ku hin bingehên taybet ên Amerîkayê ku herêma ji Urdunê heta Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî li xwe digirin hatine armanckirin û îdia kir ku pergalên radar û parastina esmanî yên li van bingehan hatine têkbirin.

Fermandarê Îranî anî ziman ku bêbandorkirina van pergalan, lêdana armancên leşkerî yên Îsraîlê hêsantir kiriye.

Ekremînîya got: "Bi têkbirina van pergalên parastina esmanî re, armanckirina axên dagirkirî û bingehên rejîma Siyonîst ên li wan deveran, li gorî berê gelek hêsantir bûye."

Ekremînîya, derbarê gefên potansiyel ên êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê de, da zanîn ku rêveberiya Îsraîlê bi rojeva xwe ya siyasî ya navxweyî ve mijûl e.

Berdevkê Artêşa Îranê îdia kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu carinan daxuyaniyan dide ku armanca wan raya giştî ya navxweyî ye û li ser bingeha hesabên hilbijartinê ne.

Ekremînîya diyar kir ku di rewşa êrîşeke potansiyel a Îsraîlê de, dê bersiva Îranê li gorî êrîşên berê zûtir û tundtir be; wî her wiha anî ziman ku ew ê Îsraîlê bi awayekî "gelek hêsantir, zûtir û tundtir" bikin armanc.

Derbarê guhertina doktrîna leşkerî ya Îranê de îdîa

Ekremînîya her wiha diyar kir ku Îranê piştî şerê Hezîrana 2025an dest bi guhertina nêzîkatiya xwe ya leşkerî kiriye. Ekremînîya bi gotina ku Îran gav bi gav ji helwesteke parastinê derbasî nêzîkatiya "lêdana pêşwext" dibe, anî ziman ku li gorî hiqûqa navneteweyî, parastina Îranê li hember gefeke ji aliyê DYAyê ve, karekî rewa ye.

Ekremînîya got: "Dema em bi gefeke ji aliyê Ameîkayê re rû bi rû dimînin, em xwe diparêzin û ev parastin rewa ye. Hiqûqa navneteweyî destûrê dide me ku em bi awayekî pêşwext xwe biparêzin."