Îran mercên rawestandina pevçûna bi Amerîkayê re diyar kir

22 îlon 2026 23:08

Huseyin Muhibbi, berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC), piştî têkçûna wê têgihiştina ku di meha Hezîranê de di navbera Tehran û Washingtonê de pêk hatibû, mercên nû yên Îranê yên ji bo danûstandinan ragihand. Muhibbi anî ziman ku ti bijardeya Amerîkayê nîne ji bilî qebûlkirina mercên Îranê.

Îran mercên rawestandina pevçûna bi Amerîkayê re diyar kir

RûpelNews - Di daxuyaniyeke roja 22ê Îlonê de derbarê pêvajoyê de, Huseyin Muhibbi, îdia kir ku Amerîkayê peymana ku di meha Hezîranê de hatibû îmzekirin, binpê kiriye. Mohebbi da zanîn ku Tehranê piştî wê yekê helwesta xwe ya danûstandinê hişktir kiriye û got ku Îran dê peymaneke ku bikaribe bi awayekî yekalî were betalkirin, qebûl neke.

Muhibbi ragihand ku wekî şertekî pêşwext ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya danûstandinan, Îran daxwaz dike ku tevahiya fonên wê yên li derveyî welêt girtî (blokekirî) ku digihîje 24 milyar dolarî, berî her tiştî werin berdan.

Karbidestê Îranî her wiha rakirina dorpêça li ser Yemenê wekî yek ji mercên pêşwext ên ji bo peymaneke muhtemel destnîşan kir. Muhibbi got ku ew dixwazin ew hevbendiya bi pêşengiya Erebistana Siûdî, dorpêça li ser deriyên sînorî û balafirgehên Yemenê rake.

Peyama derbarê Tengava Hurmuzê de

Muhibbi dema behsa hewldanên avakirina rêyên bazirganiyê yên alternatîf ji bo Tengava Hurmuzê dikir, girîngiya vê tengavê ji bo enerjî û bazirganiya cîhanî tekez kir.

Muhibbi bi wê baweriyê ku di 20 salên pêş de ti rêyeke alternatîf ji bo Tengava Hurmuzê nayê avakirin, diyar kir ku ev herêm ne tenê ji bo petrolê, lê ji bo veguhastina berhemên stratejîk ên wekî zibilan jî xwedî girîngiyeke krîtîk e. "Di rewşa êrîşeke nû de, em ê derbasî helwesteke êrîşkar bibin"

Muhibbi derbarê îhtîmala nûbûna aloziyên leşkerî yên bi Amerîkayê re, got ku vê carê Îran dê xwe bi tenê bi bersivdayîna li hember êrîşeke muhtemel sînordar neke.

Muhibbi teqez kir ku Amerîka dê rastî encamên giran were û got: "Di rewşa êrîşeke nû ya muhtemel de, em ê tenê bi bersivdayînê razî nebin; em ê rasterast derbasî helwesteke êrîşkar bibin."