Zekerya Yapicioglu: Em hîn nizanin bê kîjan hêz li pist êrîsê ne

23 tîrmeh 2023 17:35
Zekerya Yapicioglu: Em hîn nizanin bê kîjan hêz li pist êrîsê ne

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekerya Yapicioglu, îro Yekşemê serdana avahiya Rêxistina Bajarê Edeneyê ya HUDA-PARê ku duh 22yê Tîrmehê rastî êrîşê hatibû û sekreterê bajêr ê partiyê Sacît Pişgin di wê êrîşê de can dabû û serokê rêxistina bajêr Salîh Demîr jî birîndar bûbû kir.

 Yapicioglu di serdana taziyeyê de, ji rojnamevanan re ragihand ku êrîş dema herdu rêveberên HUDA-PARê li ser nimêjê bûn hatiye kirin û da xuyakirin, hêj lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.

'Em hîn nizanin kîjan hêz li pişt bûyerê ne'

Yapicioglu got: "Bûyer hîn gelekê nû ye. sedema wê çi ye, kî kiriye, bi çi mebestê kiriye, kîjan hêz li pişt hene em nizanin. Emniyet û dadwerî karê xwe dikin, em dixwazin demildest bûyer were ronîkirin.”

'Ger bertekên bihêz bihatina nîşandan ev bûyer rû nedida'

Herwiha Yapicioglu, bibîr xist ku beriya hilbiartinan jî êrîşê mîna vê li ser endamên partiya wan hatine kirin û ger wê demê bertekên bihêz bihatina nîşandan ev bûyer jî rû nedida.

Zekerya Yapicioglu da zanîn ku hinek alî hewl didin wan derxin derveyî daîreya meşrû û destnîşan kir, “Înşellah hûnê nikaribin me bikişînin derveyî daîreya meşrû û ne jî me bitirsînin. Hûnê nikarbin rê li ber xizmetên me bigirin. Ev qet ne mimkun e.”