Zekerya Yapicioglu bû serokê nû yê HUDA-PARê

02 hezîran 2021 20:25
Zekerya Yapicioglu bû serokê nû yê HUDA-PARê

PeyamaKurd - Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) îro 2yê Hezîranê li payexta Tirkiye Enqerê kongreya 4emîn li dar xist û Zekeriya Yapicioglu bû Serokê nû yê partiyê.

Di kongreya çaremîn a HUDA-PARê de bi dengê delegeyan li şûna serokê niha Îshak Saglam, serokê berê yê partiyê Zekeriya Yapicioglu ji nû ve hat hilbijartin.

Di kongreya HUDA-PARê de peyama Serok Mesûd Barzanî jî hate xwendin û bi germî hat pêşwazî kirin.

Îshak Saglam di kongreyê de daxwaza mafê zimanê Kurdî jî kir û go: 'Divê zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn ê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê.'