Nêçîrvan Barzanî û Serokê HUDA PARê li ser pêvajoya astiyê axivîn

26 sibat 2025 20:25
Nêçîrvan Barzanî û Serokê HUDA PARê li ser pêvajoya astiyê axivîn

 PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu kir.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, serokê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyaye.

Li ser naveroka hevdîtinê jî hate gotin: "Di hevdîtina ku di atmosfereke dostane de derbas bû de, li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û gavên ku ji bo çareseriyê bên avêtin, nêrîn hatin gotûbêjkirin."