Parlamenterên Îranê bi unîformayên Pasdaran çûn Meclîsê
Li Îranê, wekî bertekek li dijî biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) ya xistina navê Supaya Pasdaran a lîsteya "rêxistinên terorê", Serokê Meclîsê Mihemed Baqir Qalîbaf û hemû parlamenter bi unîformayên Pasdaran beşdarî rûniştina giştî bûn.
Di civîna Parlamentoya Îranê de pankartên bi nivîsa "Supaya Pasdaran mezintirîn rêxistina dijî-terorê ya cîhanê ye" hatin daleqandin û dirûşmên li dijî Amerîkayê hatin qêrîn.
Qalîbaf diyar kir ku ev pêngava Ewropayê bi fermana Amerîka û Îsraîlê hatiye avêtin û ew ê bandoreke xirab li paşeroja Ewropayê bike.
Hêjayî gotinê ye, niha Amerîka û Îsraîl amadekariya êrîşeke berfireh li ser Îranê dikin ku guhertina rejîmê jî tê pêşbînîkirin. Rêveberiya Îranê hewl dide bi rêya danûstandinan ber li vê êrîşê bigire.
Serokê Meclîsa Îranê destnîşan kir ku li gorî "Yasaya Tedbîrên Hevber", ji niha û pê ve artêşên welatên Ewropayê ji aliyê Îranê ve wekî "rêxistinên terorê" tên qebûlkirin. Qalîbaf got ku Ewropayê bi vê biryarê guh neda berjewendiyên gelên xwe û li dijî saziyeke ku li herêmê rê li ber belavbûna terorê ber bi Ewropayê ve girtiye, helwestekî neberpirsyar nîşan da. Ev rageşî piştî daxuyaniya Berpirsa Bilind a Polîtîkayên Derve ya YEyê Kaja Kallas a derbarê pesendkirina biryara li dijî Pasdaran de, gihîşt asteke herî bilind.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin