Ukrayna Supaya Pasdaran a Îranê xist lîsteya terorê
Ukraynayê Supaya Pasdarana Îranê, wek "rêxistineke terorîst" destnîşan kir.
RûpelNews- Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy di peyameke vîdyoyî de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand û derbarê mijarên rojevê, bi taybetî şerê berdewam ê bi Rûsyayê re, daxuyanî da.
Zelenskiy da zanîn ku Yekîtiya Ewropayê biryar dabû Supaya Pasdarana Îranê, wekî "rêxistineke terorîst" bi nav bike û diyar kir, "Me li Ukraynayê jixwe ev biryar daye û ev sazî wekî rêxistineke terorîst bi nav kiriye. Ji bo me, ev mijar bi dawî bûye."
Zelenskiy got ku hemû terorîstên li seranserê cîhanê heman muamele û şermezarkirinê heq dikin û wiha domand: "Divê yek ji wan bi ser nekeve. Em sipasiya her kesê dikin ku alîkariya parastina jiyanan dike. Em sipasiya her kesê ku li gel Ukraynayê disekine dikin."
Li gorî agahiyên li ser malpera Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê (SBU), Supaya Pasdaran di 30ê Çileyê de li lîsteya rêxistinên ku wekî rêxistinên terorîst hatine binavkirin, hate zêdekirin.
Zelenskiy diyar kir ku binesazî û tesîsên enerjiyê li deverên cuda yên welêt ji ber êrîşên Rûsyayê zirar dîtine û got, "Lê belê, em pêwendiyên navherêmî diparêzin û riyên xwe yên veguhestinê di xebatê de dihêlin."
Tevî vê yekê, Zelenskiy destnîşan kir ku di tevahiya rojê de ti êrîşên mûşekî an êrîşên dronên Shahed ên li dijî binesaziyê çênebûne û ragihand, "Ev pêşketin girîng e û gava ku motîvasyona Amerîka hebe ku bi rastî rewşê biguherîne, rewş dikare biguhere."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin