Parlamentarên Alman ji bo xistina lîsteya terorê ya Supaya Pasdaran bangewazî li hikûmetê kirin

23 berfanbar 2022 22:25
Parlamentarên Alman ji bo xistina lîsteya terorê ya Supaya Pasdaran bangewazî li hikûmetê kirin
Nivîskar: Hevi Turan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parlementoya Almanyaya Federal, 43 parlementerên Sosyal Demokrat bangewazî kirin û xwestin, hikûmeta Alman navê Supaya Pasdaran a Îranê bixe nav listeya reş ya komên terorîstî.

43 parlementerên parlementoya Almanyayê herwiha daxwaza piştevaniya zêdetir ji civaka medenî ya Îranê û dorpêçên tundtir li dijî rejîma Îranê kirin.

Parlamentarên Alman li Parlemantoya Bundestagê daxwaza biryarên cidîtir li dijî kiryarên rejîma Îranê kirin.

Xwepêşandan û serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 3 meh in bê navber tevî êrîş û kuştinkariya hêzên Îranê berdewam dike ku heta niha zêdetirî 500 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi destê hêzên rejîmê hatine qetilkirin.