Komeleya Zehmetkêsan: Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînor hêzeke zêde kom kiriye

15 tebax 2022 13:32
Komeleya Zehmetkêsan: Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînor hêzeke zêde kom kiriye

PeyamaKurd – Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê do Yekşemê bi daxuyaniyekê da zanîn, Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînor hêzeke zêde kom kiriye û îro du caran hewl daye sînorê Herêma Kurdistanê derbas bike, lê piştî pevçûna ligel Pêşmergeyên wan, neçar bûye ku paş de vegere.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê di daxuyaniya xwe eşkere kir, hêzên Supaya Pasdaran li ser sînor hewl dane sînor derbas bikin û êrîşî Pêşmergeyên wan bikin.

Herwiha hat ragihandin: “Sibeha îro Yekşemê saet 09:00 hêzên Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, hewl dane derbasî hundir bibin û êrîşî hêzên Komeleya Zehmetkêşan bikin, lê belê ji aliyê hêzên Komeleyê ve hatine neçarkirin paş de vegerin.”

Di berdewamiyê de Komeleya Zehmetkêşan destnîşan kiriye, Supaya Pasdaran hêzeke mezin bi topxane û çekên giran li ser sînorê Herêma Kurdistanê bicih kiriye.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de qala wan xalên sînorî nekiriye ku hêzên Îranê xwestine di wan re derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin, herwiha qala hûrgiliyên êrîşan û pevçûna navbera hêzên xwe û hêzên Supaya Pasdaran jî nekiriye, lê diyar kiriye ku wê di çend saetên bê de zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê belav bike.

Rêxistina Hengawê jî li aliyekî din eşkere kiriye, hejmareke zêde ya hêzên Supaya Pasdaran bi çekên giran û nîvçegiran bi dirêjiya sînorê “Dol Meydan” a Şinoyê heta “Hacî Omeranê” bicih bûne.

Hengawê ragihandiye: “Di çend rojên dawî de hejmarek fermandarên Supaya Pasdaran ji Tehranê gihîştine navçeya Şinoyê û hêzên taybet ên Supaya Pasdaran jî ji bajarê Urmiyê ve bo Şinoyê hatine veguhastin.”

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên borî de li bajarokê Dizê ya Mirgewer a Urmiyê û herwiha li navçeya Seqiz a parêzgeha Sineyê, Bazên Zagrosê êrîşî du xalên serbazî yên hêzên Îranê kirine û meha borî jî Îranê ragihandibû, endamên komeke sîxûrî ya ser bi Komeleyê ve li sînorê bajarê Urmiyê desteser kirine, tevî ku Komeleyê ew îdiaya Îranê red kir.