Sêwirmendê serbazî yê Supaya Pasdaran a Îranê û yawerê wî hatin kustin
04 hezîran 2021 15:30
PeyamaKurd – Li ser rêya Dêrezor û Tedmûrê, şêwirmendê serbazî yê Supaya Pasdaran a Îranê û yawerê wî hatin kuştin.
Li gor medyaya Îranê belav kir, Hesen Ebdullah Zade û yawerê wî Muhsîn Ebasî di navbera Dêrezor û Tedmûrê de ketine kemîneke çekdarên DAIŞê û hatine kuştin.
Ajansa nûçeyan a Mihr a Îranê jî daye zanîn; Hesen Ebdullah Zade yek ji dostên Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî bû.
Beriya niha di 3yê Çileya 2020an de, Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî di encama bombebaraneke balafirên Amerîkî de li Balafirgeha Bexdayê hatibû kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Fermandarê Pasdaran hisyariya Îsraîlê da: Pistî Lubnanê dor tê ser Îranê
22 îln 2024
Cîhan
Ukrayna Supaya Pasdaran a Îranê xist lîsteya terorê
03 sbt 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin