Şerê tolhildanê giran dibe: Amerîkayê li Îranê li binkeyên Sûpaya Pasdaran da

30 tîrmeh 2026 08:57

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)yê (CENTCOM) ragihand ku, piştî hewldana Îranê di 28ê Tîrmehê de ji bo avêtina mûşekên balîstîk li dijî hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn, wê li ser bi dehan armancên girêdayî Sûpaya Pasdarên Îranê êrîşên hewayî pêk anîne.

Şerê tolhildanê giran dibe: Amerîkayê li Îranê li binkeyên Sûpaya Pasdaran da

RûpelNews - Li gorî CENTCOMê, operasyon di 29ê Tîrmehê de bi dawî bû. Êrîşan navendên fermandariya leşkerî, binkeyên hilberîna mûşek û firokeyên bêmirov, sîstemên parastina peravê û hebûnên girêdayî operasyonên deryayî kirin armanc.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca operasyonê kêmkirina gefên ku ji aliyê Îran û hevalbendên wê ve li ser hêzên Amerîkayê, keştiyên bazirganî û dewletên Kendavê tên çêkirin, bû.

DYA ragihand ku operasyon wek bersivdayîna êrîşa moşekî ya balîstîk a Îranê ya ku di 28ê Tîrmehê de li dijî hêzên Amerîkî hatibû ceribandin, hatiye kirin. CENTCOMê diyar kir ku hemû moşekên ji aliyê Îranê ve hatine avêtin, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine astengkirin.

Medyaya Îranê behsa dengê teqînan kir

Piştî êrîşan, medyaya Îranê ragihand ku li parêzgehên Xûzistan, Busêhr û Farsê teqîn hatine bihîstin. Her çend hesabên medyaya civakî yên nêzîkî Sûpaya Pasdaran îdia kirin ku mûşek ji baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê li Îranê hatine avêtin, ev îdia ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatin piştrastkirin.

Trump bi tundî axivî bû

Serokê DYAyê Donald Trump jî beriya operasyonê diyar kiribû ku ew ê "pir tund" bersivê bidin Îranê. CENTCOM ragihand ku zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn di hişyariyeke bilind de bûn, di heman demê de geşedanên dawî aloziyên di navbera DYA û Îranê de li herêmê ji nû ve gur kirine.