Li Mêrdînê ciwanekî 18 salî di şerê de bi giranî birîndar bû
Hat ragihandin ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di navbera du koman de şerê bi çek derket û di encamê de ciwanekî 18 salî bi giranî birîndar bû.
RûpelNews - Bûyer li Taxa Sanayiyê ya Qoserê pêk hat.
Li gorî agahiyan, nîqaşeke ku bi sedemeke nediyar di navbera du koman de dest pê kiribû, zû veguherî şerê bi çekan.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. M.İ.D. (18) di dema şer de bi guleyekê birîndar bû û rewşa wî giran e.
Ciwanê birîndar bi ambûlansê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
