HSDê lihevkirina bi Şamê re ragihand: Hêzên leşkerî dimînin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) naveroka rêkeftina bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re eşkere kir.
EuronuNews- HSDê naveroka rêkeftina bi Şamê re belav kir û ragihand, ew li ser agirbesteke giştî û pêvajoyeke qonax bi qonax a yekbûna hêzên leşkerî û îdarî yên her du gihîştine rêkeftine.
Daxuyaniya HSDê wiha ye:
"Li ser rawestandina gulebaranê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li gorî rêkeftineke giştgir li hev hat kirin, li gel têgihiştineke li ser pêvajoyeke yekbûna li pey hev a hêzên leşkerî û îdarî ya di navbera her du aliyan de.
Rêkeftin vekişîna hêzên leşkerî ya ji xalên rûbirûbûnê, ketina hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Karên Navxwe ve bo navenda bajarên Hisîça (Hesekê) û Qamişloyê û destpêkirina pêvajoya yekbûna hêzên ewlehiyê ya li herêmê li xwe digire.
Her wiha avakirina tîmeke leşkerî ku sê lîwayên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li xwe digire, li gel avakirina lîwayekê ji bo hêzên Kobaniyê di nav tîmeke ser bi parêzgeha Helebê ve di nav rêkeftinê de heye.
Her wiha rêkeftin yekbûna saziyên Birêvebirina Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de li gel çespandina karmendên sivîl li xwe digire. Her wiha li ser çareserkirina mafên sivîl û perwerdeyê yên gelê Kurd û misogerkirina vegera koçberan bo herêmên wan li hev hat kirin.
Armanca rêkeftinê yekkirina axa Sûriyeyê û pêkanîna pêvajoya yekbûna temam a li herêmê ye bi rêya xurtkirina hevkariya di navbera aliyên pewendîdar de û yekkirina hewlan ji bo avakirina welat."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin