Nêçîrvan Barzanî ji bo entegrasyona HSDê piştgiriya xwe ragihand

26 tebax 2026 21:54

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêşveçûnên di pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de kir û piştgiriya xwe ji bo wan gavên ku ji bo cîbicîkirina rêkeftinên di navbera aliyan de hatine avêtin, nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî ji bo entegrasyona HSDê piştgiriya xwe ragihand

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir de, Nêçîvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku di pêvajoya yekbûna HSD û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de pêşveçûnên girîng hatine bidestxistin. Barzanî, bi danasîna wan gavan wekî pêşveçûneke girîng ji bo bihêzkirina ewlekarî û aramiya Sûriyeyê, bang li hemû aliyên Kurd û pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê kir ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û beşdariyê di serkeftina wê de bikin.

Pêsnê Ebdî û Şara da

Nêçîrvan Barzanî, bi destgirtina nêzîkatiya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara ya li hember vê pêvajoyê, spasî û pêzanînên xwe ji bo "vîzyona jîr" û nêzîkatiya berpirsiyaran a Şara anî ziman; nêzîkatiyek ku li ser bingeha çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û têgihiştinê hatiye avakirin. Herwiha Barzanî pesnê serokatiya Şara ya di arastekirina Sûriyeyê ber bi pêşerojeke baştir de da.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasî û pêzanînên xwe ji bo rol û hewldanên Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî di misogerkirina serkeftina pêvajoya yekbûnê de anî ziman.

"Em hêvî dikin ku ev bibe destpêka serdemeke nû li Sûriyeyê"

Nêçîvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku pêvajoya yekbûnê bi temamî bi ser bikeve û bibe destpêka serdemeke nû li Sûriyeyê.

Nêçîvan Barzanî bi tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên hemû welatî û pêkhateyên Sûriyeyê di vê serdema nû de rawestiya û hêviya xwe anî ziman ku ev pêvajo welat ber bi aştî, ewlekarî, aramî, vejîn û geşbûneke mezintir ve bibe.

Paşxane: Di daxuyaniyeke roja 25ê Tebaxê de, Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî ragihand ku HSDyê erkê xwe wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe temam kiriye û hatiye hilweşandin. Ebdî diyar kir ku ev biryar piştî temambûna pêvajoya tevlîkirina hêzên HSDyê li artêşa Sûriyeyê hatiye dayîn.