Nêçîrvan Barzanî serdana xwe ya Bexdayê nirxand: Em ê piştgiriya aramiyê bikin

05 gulan 2026 22:31

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana xwe ya fermî ya Bexdayê nirxand û got, di dema serdanê de, ew bi hemû partiyên koalîsyonê, aktorên siyasî yên neteweyî û hevparan re civiyane.

Nêçîrvan Barzanî serdana xwe ya Bexdayê nirxand: Em ê piştgiriya aramiyê bikin

RûpelNews - Barzanî diyar kir ku di gotûbêjan de tekezî li ser girîngiya hewldan û hevkariya hevpar a ji bo derbaskirina astengiyên siyasî, ewlehî û aborî hatiye kirin. Barzanî her wiha destnîşan kir ku di danûstandinan de behsa pêwîstiya ku çek tenê di destê dewletê de bin û bandora geşedanên herêmî li ser aboriya Iraqê hatiye kirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Îro me dawî bi serdaneke berhemdar û serkeftî ya Bexdayê anî ku me tê de hemû hevpeymanî, kesayetên niştimanî û hevparên li Bexdayê dîtin.

Me tekezî li ser xebat û hevahengiya hevpar a ji bo rûbirûbûna astengiyên niştimanî yên siyasî, ewlehî û aborî kir.
Yek ji wan jî kontrolkirina çekan di destê dewletê de û çareseriya bilez a rewşa aborî ya ji ber aloziyên herêmê bû.

Me her wiha tekezî li ser garantiya ewlehiya welatên herêmê û xwedûrxistina ji alozî û nakokiyên herêmî kir.

Me li gel hevparên xwe dan û standin li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir.

Me piştgiriya xwe ya tam ji bo serokwezîrê nû diyar kir da ku Îraq û gelê wê derbasî qonaxeke nû ya aramî, bipêşketin û geşbûnê bibe.

Em spasiya pêşwaziya germ, firehiya sîng û dan û standinên erênî û avakar dikin ku di berjewendiya Îraqê de ne.”