Nêçîrvan Barzanî û Ebbas Arakçî li Tehranê civiyan

03 tîrmeh 2026 10:15

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li paytexta Îranê Tehranê, bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî re civiya. Di hevdîtinê de têkiliyên dualî û herwiha geşedanên dawî yên li herêmê û pêvajoya agirbestê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Ebbas Arakçî li Tehranê civiyan

RûpelNews - Barzanî, ku li ser vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê Rêberê Bilind Elî Xameneyî Tehranê ye. Barzanî, bi Arakçî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de, wan li ser rêyên pêşxistina têkiliyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Îranê de û xurtkirina hevkari û hevrêziya dualî gotûbêj kirin.

Pêşketinên herêmî di rojevê de bûn

Her du aliyan her wiha li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û pêvajoya agirbestê gotûbêj kirin. Di civînê de, tekezî li ser girîngiya domandina diyalogê û hevrêziya berfireh hate kirin ji bo parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên hevpar ên gelên herêmê.