Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî beşdarî merasîma cenazeyê Elî Xameneyî dibin
Şandeyeke payebilind, ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî jî di nav de ne, dê li Tehranê beşdarî merasîma cenazeyê Rêberê Berê yê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî bibin.
RûpelNews - Hat ragihandin ku ji bo Elî Xameneyî dê îro li Mizgefta Îmam Xumeynî ya li paytext Tehranê merasîma cenazeyî were lidarxistin.
Hat ragihandin ku dê Serokomarê Iraqê Nizar Amedî, Serokê Parlamentoyê Heybet Halbusi, Waliyê Kerbela û çendîn fermandarên Heşdê Şebî dê beşdarî merasîmê bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî, dê wek nûnerên Herêmê beşdarî merasîmê bibin.
"Serok Neçîrvan Barzanî bi awayekî fermî hatiye vexwendin"
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Tehranê Abdullah Akreyî got ku Serok Neçîrvan Barzanî ji aliyê Serokomarê Îranê, Mesûd Pezeşkiyan ve, bi awayekî taybet ji bo merasîmê hatiye vexwendin.
Akreyi got, "Merasîm dê îro saet di 14:00'an de pêk were. Birêz Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ev vexwendin qebûl kiriye û dê îro li Tehranê be."
Dê axaftin neyên kirin; dê 15 deqe ji delegeyan re bên veqetandin
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, berpirsên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vê sibehê zû gihîştin Tehranê. Merasîm, ku dê di saet 14:00 de dest pê bike, dê heta saet 18:00 berdewam bike.
Hat ragihadin ku dê cenazeyê Ayetullah Xameneyî di hundirê mizgeftê de were danîn û li gorî protokolê, dê her berpirsiyar tenê bi delegeyeke sînordar a pê re were qebûlkirin. Selman diyar kir ku di merasîmê de dê ti axaftinên fermî neyên kirin û got, "Serdêr dê li ber cenazeyê Fatihayê bixwînin an jî berî ku biçin, deqeyekê bêdengiyê bigirin. Şande, di navbera 10 û 15 deqeyan de ye dikarin li mizgeftê bimînin"
Di 28ê Sibatê de hatibû armancgirtin
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî, di 28ê Sibata 2026an de, dema ku ofîsa wî ya li Tehranê di êrîşeke hewayî de hat armanckirin û ev yek bû qonaxa yekem a şerê ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatibû destpêkirin, jiyana xwe ji dest da û ligel wî hin endamên malbata wî jî jiyana xwe ji dest dan. (Rûdaw)
