Bafil Talabanî û Wezîrê Derve yê Îranê Araqçî li Tehranê civiyan

15 îlon 2026 12:57

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî li Tehranê civiyan. Di hevdîtinê de geşedanên siyasî yên li herêmê, rewşa ewlehiyê û geşedanên leşkerî yên dawî hatin gotûbêjkirin.

Bafil Talabanî û Wezîrê Derve yê Îranê Araqçî li Tehranê civiyan

RûpelNews - Di civînê de, ku tê de şandeyeke payebilind a YNKê jî amade bû, Talebanî tekezî li ser girîngiya diyalogê û rêbazên aştiyane di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de kir.

Talebanî tekezî li ser diyalog û serweriyê kir

Talebanî diyar kir ku, ji bo bidestxistina aramiyeke mayînde li herêmê, divê alozî kêm bibin û pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Wî diyar kir ku YNK dê hewldanên xwe ji bo avakirina aştiyê û kêmkirina aloziyên herêmî bidomîne.

Talebanî, ku destnîşan kir Herêma Kurdistanê rêzê li ewlehî û serweriya welatên cîran digire, bal kişand ser peywendiyên dîrokî û hevpar ên di navbera gelê kurd û gelê Îranê de.

Araqçî spasiya YNKê kir

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî, ji aliyê xwe ve, got ku ew qîmetê didin rola ku Talebanî û YNKê di hewildanên xwe de ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê bi giştî lîstine.

Hat destnîşankirin ku di civînê de bal li ser girîngiya parastina aramiya herêmî, kêmkirina aloziyan û domandina kanalên ragihandinê di navbera aliyan de hat kişandin.