Wezîrê Derve yê Sûriyê: Têkiliyên me bi Îsraîlê qut bûn
Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî ragihand ku têkiliyên derbarê peymaneke ewlehiyê ya bi Îsraîlê re hatine qutkirin. Şeybanî, destnîşan kir ku aliyan di destpêka salê de li ser hema hema hemû bendên peymanê li hev kiribûn, lêbelê Îsraîlê ji bo cîbicîkirina peymanê "îradeyeke rastîn" nîşan nedaye.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeybanî derbarê danûstandinên peymana ewlehiyê ya bi Îsraîlê re ji Reutersê re axivî.
Şeybanî diyar kir ku Sûriye û Îsraîl di peymana ewlehiyê ya ku di destpêka salê de li ser dixebitîn de, "li ser hema hema her xaleke li ser kaxezê" li hev kiribûn, lê pêvajo nekarîbû were encamdan.
"Me niyeta samîmî nedîtiye"
Şeybanî Îsraîl ji ber têkçûna danûstandinan sûcdar kir û got ku hikûmeta Şamê ne qanih bû ku Tel Avîv di derbarê cîbicîkirina peymanê de samîmî ye.
Şeybanî got, "Me niyeta wan a samîmî ji bo gihîştina lihevkirinekê nedît."
Şeybanî tekez kir ku pêşîniya Sûriyê rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser welêt e, berî her peymaneke ewlehiyê ye û got, "Pêşîniya me rawestandina êrîşkariya Îsraîlê ye, heta berî ku peymaneke ewlehiyê were amadekirin jî."
Şeybanî destnîşan kir ku mijarên wekî aştiyê û Bilindahiyên Golanê dikarin piştî vê qonaxê bên rojevê.
"Têkiliya me bi Îsraîlê re hatiye qutkirin"
Derbarê rewşa heyî ya di navbera Şam û Tel Avîvê de, Şeybanî diyar kir, "Têkiliya me bi Îsraîlê re hatiye qutkirin."
Şeybanî berê jî amaje pê kiribû ku têkiliyên rasterast û nerasterast hatine qutkirin, lê kanalên dîplomatîk vekirî mane û ew li benda ji nû ve destpêkirina danûstandinên derbarê peymana ewlehiyê de ne.
Pêşnûmaya peymanê herwiha vekişîna Îsraîlê jî li xwe digirt
Li gorî Reutersê, pêşnûmaya ku dihat nîqaşkirin, ew li xwe digirt ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Sûriyê rawestîne û ji wan herêmên ku piştî hilweşandina rejîma Beşar el-Esed ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin, vekişe.
Pêşnûmeyê herwiha avakirina gelek herêmên ewlehiyê li ser axa Sûriyê ya nêzîkî sînorê Îsraîlê jî plankiribû. Di nav van de herêmeke tampon a ku dê tenê ji aliyê hêzên Neteweyên Yekbûyî ve bihata dagirkirin û herwiha herêmên ku hêzên sûrî dikaribûn di astên cuda de lê bi cih bibin, hebûn.
Hikûmeta Şamê rawestandina çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li Sûriyê û binpêkirinên hewayî wekî şertên bingehîn ji bo her peymaneke ewlehiyê ya muhtemel bi nav dike.
