Wezîrê Derve yê Îranê: Em ê besdarî merasîma cenazeyê Nasrallah bibin

19 sibat 2025 13:56
Wezîrê Derve yê Îranê: Em ê besdarî merasîma cenazeyê Nasrallah bibin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî ragihand ku rayedarên hikûmeta Îranê wê beşdarî merasîma cenazeyê rêberê berê yê Hizbullah Nasrallah bibin ku tê çaverêkirin 23ê Sibatê li Lubnanê were lidarxistin.

Abbas Irakçî di 8emîn Konferansa Têkiliyên Kendava Farsê ku li Tehranê hat lidarxistin da pirsên çapemeniyê bersivandin.

Derbarê merasîma oxirkirina serkirdeyê berê yê Heşda Şeibî Hesen Nasrallah de Iraqî ragihand ku li gorî ajansa nîvfermî ya Mêhr, wê şandeke mezin ji Îranê beşdarî merasîmê bibe.

Irakçî da zanîn ku di şandeyê de wê rayedarên payebilind ên hikûmet û parlamentoya Îranê û gelek sazî û komên cuda cih bigirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî jî di civîna çapemeniyê ya ku roja borî li dar xistibû de bersiva pirseke derbarê mijarê de dabû û gotibû, "Em ê di asta bilind de beşdarî merasîma cenazeyê Hesen Nasrallah bibin."

Cenazeyê Sekreterê Giştî yê Berê yê Hizbullahê Hesen Nasrallah 23ê Sibatê roja Yekşemê ye.

Di 27ê Îlonê de li herêma Dahiyeyê di êrîşa artêşa Îsraîlê de Hesen Nasrallah hatibû kuştin.

Haşim Safiyuddin, pismamê Nasrallah û şûngirê naskirî ye, di êrîşa Îsraîlê ya 3ê Cotmehê de hat kuştin.