Leyla Zana piştgiriya xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî ragihand
Leyla Zana êrîşa bi dronan a li ser mala Nêçîrvan Barzani ya li Duhokê şermezar kir.
RûpelNews - Siyasetmedara kurd Leyla Zana, li ser hesabê xwe yê Xê, êrîşa bi dronan a îro li ser mala Nêçîrvan Barzani ya li Duhokê şermezar kir û peyameke pişgirîyê da.
Leyla Zana peyama xwe de wiha got:
“Bi tundî êrîşa ser mala birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê ya li Duhokê şermezar dikim.
Hemû hevsozî û piştgiriya xwe ji bo cenabê wî û gelê me li Herêma Kurdistanê nîşan didim.
Di vê rewşê de, dilê me bi wan re ye û em ji Xwedê hêvî dikin gel û welatê me biparêze.”
Bi tundî êrîşa ser mala birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê ya li Duhokê şermezar dikim.
— Leyla Zana (@leylazanainfo) March 28, 2026
Hemû hevsozî û piştgiriya xwe ji bo cenabê wî û gelê me li Herêma Kurdistanê nîşan didim.
Di vê rewşê de, dilê me bi wan re ye û em ji Xwedê hêvî dikin gel û welatê me…
