Li Amedê pîrozbahîya Newrozê dest pê kir
Pîrozbahîya Newrozê, ku li Amed bi rojan e amadekarî lê dihat kirin, bi dirûşmeya "azadî û yekîtiya demokratîk" dest pê kir.
RûpelNews - Pîrozbahî li Parka Newrozê ya li navçeya Bağlarê pêk tên. Li herêmê girseya gel dest bi kombûnê kiriye.
Gelek welatiyan cilên gelêrî yên kurdî li xwe kirin û gelek caran ji deverê dirûşme hatin gotin.
Komîteya Amadekar a Newrozê 600 kes ji bo ewlehiya deverê erkdar kir. Parlamenterên DEM Partîyê, endamên meclîsa partiyê û parêzer li her xala ketinê bi cih bûne.
Hatiye plankirin ku Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakırhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, çalakvana TJA Ayla Akat Ata, Çetin Arkaş û Leyla Zana axaftin bikin.
Peyamên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî û girtiyên siyasî dê werin xwendin. Her wiha tê payîn ku peyamek ji rêberê PKKê Abdullah Öcalan jî were xwendin.
agahî tên...
